Banga lezgîn ji Tora Parastina Jinê bo şewba Koronayê: ‘Em ne dev ji xwastekên xwe ne ji mafên xwe û ne jî ji jiyana xwe berdidin. Em ji jinan û ji t
Banga lezgîn ji Tora Parastina Jinê bo şewba Koronayê: ‘Em ne dev ji xwastekên xwe ne ji mafên xwe û ne jî ji jiyana xwe berdidin. Em ji jinan û ji têkoşîna jinan piştrast in. Em pirr ji we hez dikin!
Jiyana rojane û dinyaya em lê dijîn, bi şewba Covid-19ê serobino bûye. Ev nexweşiya ku ji bo mirovahiyê ango bo tenduristiya mirovahiyê bûye mîna gurê har ku desthilatdar jî xema mirovahiyê naxwin berovajî wê xema mayînde man a desthilatdarên neo-liberal dixwin, ev yek jî bobelata em di tê da nin mezintir dike.
Îro yên ku bar li pişta wan hatine bar kirin ango yên ku bo vê yeke neçar hatine hiştin, vêga jî barê herî giran hildidin pişta xwe. Jin ên ku ji qezencê bêpar in û serbarê ser bo jiyanê yek ji kirdeya afirînerîyê ye ligel kes ên ku debara xwe bi perê di destê xwe da heyî dikin, ji her kesî zêdetir tûşê kirîzên aboriyê, tenduristiyê û hwd. hatine hiştin da.
Em dizanin ku Covid-19ê ji bilî mirinê, piranî bandorek neyînî li jinan kiriye ku ev tesîrana baş xuya nakin. Lê bê hêvî nebin, girseya me bînin bîra xwe! Ji bo ku em vê talûkeyê bi hev ra herweha bi xesareke kêm ji ser xwe bavêjin divê em xwedî li nirxên têkoşîna xwe, hewla xwe ya kollektîf, xwişkên xwe, mafên xwe û heyata xwe derkevin. Ligel em ewqas ji hev dûr in û ji dil nêzê hev in, em dixwazin bîra têkoşîna jinê ku ewilî ‘bo jinê bixwe’ paşê jî bo civaka xwe bînin ku ewna jî xwedî nirxek ji vê jiyanê ne.
Mafê xweparastinê ji tundîtûjiyê, tûndîtûjiya li hember jinê guh nade vayrosa Koronayê: Agahiyên ku ji welatên tûşê vê şewbê hatine, bi me didin xuya kirin ku ‘mêr’ jî bi qasî vê nexweşiyê ‘Kujer’ e. Tişta kirîtîk ji bo vê nexweşiyê bêguman îzolasyon bû, vê jî jinan bi kirdeyên şîdetê ra di mal da rûbirû hişt. Piştî vê yekê em dibînin ku şîdeta li hember jinê him sê taq zêdetir bû him jî rêya midaxaleya li ber vê şîdetê zehmettir kir. Em dizanin ku ciyê jin herî zêdê tûşê tûndîtûjiyê tê mal e. Yek ji amûra herî girîng a têkoşînê ya li hember Koronoyê bêguman xweîzolekirin a civakê ye, ji bo ku ji jinan ra jî zemîna van şertan çêbike: Peymana Stembolê, yasa ya 6284an û biryarên failên ku divê bên dûrxistin bila hahanka bînin cih. Bila lezûbez xeteke piştevaniyê ku yekser ji bo vî karî, kar bike bê ava kirin ku kes ên rastê şîdetê tên karibin rojê 24 saetan bi vê xetê ra têkiliyê daynin.
Avahiyên xwespartinê, bo rojên şewbê: Ji bo ku em metirsiyariya şîdeta ku jinan ra tên kirin ji ser wan rakin, em dixwazin agahiyan ji van malan bigirin bê ka çiqas tevdîr hatine girtin bo rê li ber belavbûna vê şewbê bigirin. Herweha divê him pêdiviyên bingehîn yên tenduristiyê bên temam kirin him jî şert û mercên hîjyena van deran bên pak kirin û bo hemû kes ên li van deran dimînin testa şewbê were kirin.
Bo kalemêr û pîrejinan piştgiriya kamûyê: Hukimeta tirkiyê ragihand ku derketina derve ji bo kesên ku temenê wan ji ser 65î ye hat qedexe kirin ev jî teqabulê 8.5 mîlyon kesî dike. Jê mîlyon û nîvek kes bi tena serê xwe dijîn û ji sedî heftê şeşê wê jin in. Em bang li herkesi dikin ku dev ji zimanê cihêker ku li dijî kal û pîran tê bi kar anîn berdin. Ji bo ku barê herî giran ê xwedîkirina zarokan nekeve li ser jinên ku temenê wan mezin in û bo xebatkar ên ku ne mecbûrê kar ên kamûyê û kar ên taybet in; bo kes ên ku mecbûr in bixebitin, yan ji ‘dê ra yan jî ji bav’ ra divê rê bê dayîn ku nexebite bes divê heqdestê wî/ê jî neyê birîn. Herweha em dixwazin pêdiviyên rojane yên kal û pîran jî bên temam kirin.
Divê ji herkesî ra bêpere, bi awayekî rêkûpêk test bên kirin: Ji bo ewlehiya herkesî di serî da bila test bên kirin û ligel vê em dixwazin ev testana bo herkesî werin kirin ne ku ji bo şexs û kesayet ên ji jûra bilind. Yek jî divê herkes karibe xwe bi rihetîkî bigihîne van testan. Bila saziyên tenduristiyê jî di vê pêvajoyê da beşdarî van xebatan bibin.
Mafê herkesî ye ku agahiyên rast bo wan bên ragihandin: Li tirkiyê ji ber ku tabloya rasteqîn tê veşartin, barê jinan ê psikolojik û keda wan li wan girantir dibe. Heqê me yê bingehîn e ku em dixwazin rewşa vê şewbê pak û zelal zanibin bê çend kes bi vê nexweşiyê ketiye û jê çend kes mirine. Agahiyên di derbarê şewbê da bila bi pak û zelal bên parve kirin herweha rojnamevan ên ku bo vê yekê dixebitin jî divê azad bin, neyên asteng kirin.
Haj ji tendurisitiya pîşekarên tenturistiyê hebin û wan biparêzin: Em dizanin ku giraniya yên di vê qadê da dixebitin daku tenduristiya miletê xwe biparêzin jin in, di heman demî da em dizanin ku ev talûkeyek mezin e bo wan. Bi pê ra jî xemeke wan e hevpar heye ku cihê lê dixebitin cihêkariya zayenda şexsan dike ev jî barê wan girantir dike. Em di serî da spasiya wan û hemû xebatkarên tenduristiyê dikin. Ji bo tenduristiya me tevan hewce ye ewilî tevdîrên tenduristiya wan, mihafaza wan bê kirin û pê ra jî xwastekên taybet ên jin ên di vê qadê da dixebitin pêk were.
Bila kes ji karê xwe nebe, xebata ku bê tevdîr tê kirin û ya ku bê destûr tê kirin divê bê rawestandin: Birîna krîza aborî ku her diçe kûrtir dibe, rê li ber ji kar derxistinan vekir ku em dizanin yên piranî di bin bandora vê yekê da man jin in, piraniya van jinan yên ji zanîngehan derçûyî ne. Zexta ji kar derxistinan ku tu destheqek jî bo wan kesan nayên dayîn, divê bên qedexe kirin. Em dixwazin rê li ber bê vekirin ku herkes karibe heta ku ev nexweşî ji holê rabû îznê werbigire pê ra jî em dixwazin dawî li kar ên ku bê destûr tên kirin bête anîn ku xebatkarên wan di bin xetereyê da nin. Di serî da bo jinan û ji bo kes ên ku ji karen xwe hatine dûrxistin ku tu temînatek wan nîne, teminatin bên dayîn.
Temînat a heyatê û ji kamûyê mafên bêpere: Deynên bankayan, kredî, av, ceyran û fatûrayên dîtir bila bo demekî ango heta ku ev nexweşî ji nav me çû bên taloq kirin û divê kamu xizmetan bêpere bike ku pê ra jî divê bo kesên kiradar şert û mercine baştir bên saz kirin, bila bîryarên derxistina wan ji bo kar bên rawestandin û bac ên xeratê (tuketim) neyên stendin.
Kar ên malê, ne ‘karên jinan e’: Em dizanin ku vê îzalosyonê kar ên jinan ên di malê da zêdetir kir. Ji xwarinçêkirinê bigire heta paqijî û li bermayîn a zarok û kal û pîran jî bû barê li ser pişta jinê û bi ser da xweparastina ji vê nexweşiyê ya hemû şêniyên malê jî. Em bangî mêran dikin û ji wan ra dibêjin ku di van rojên reş û tarî da bila biqasî jinan ewna jî deste xwe bikin bin vî barî ku em karibin bi hev ra ji bin vî barî rabin. Ev yek bo silametiya me tevan lazim e. Ji bo vê yeke jî divê reklam bên çêkirin, bername bên lidar xisitin ku ev hişmendî bi herkesi ra çêbibe.
Em ji bo perwerdeya ku online tê kirin naverokine laîk, ‘ilmî dixwazin ku divê zayendperestî tê da tune be: Piştî ku mektep hatin girtin şûn da me dît hêj di destpêk ê da mijarên paşverûtiyê ku tê da jî metaforên şîdetê lê hebûn hatin parve kirin. Em bangî dê û bavên zarokan dikin ku haj ji van kirinên hukimetê yên cihêkar hebin ku ‘umre’ jî bûbû yek ji xetereya herî mezin a nexweşiyê ku metirisiyariya belavbûna vayrosê anî bû bira me. Bila hukimeta tirkiyê naverokine laîk, ‘ilmî ji der metaforên şîdetê ku zayendperestiyê nepejirîne bo xwendekaran bide.
Bila jinên ducanî (heml) bên şopandin û aşiyên wan bên kirin: Ji ber ku vayrosa koronayê her diçe belav dibe metirsiyarî ya çûyîna nexweşxaneyan çêbû ku hukimetê bixwe jî çûyîn-hatin asteng kirin ji ber vê jî bi taybetî ji bo jinên ducanî talûke çê bû, jii bo ku ev talûke ji holê rabe divê şert û mercên dîtir ango rêyên dîtir bê dîtin. Mînak: Bila bîrîmên taybet bo nexweşên bi vî rengî bên saz kirin.
Divê ji bo jin û zarokên di girtîgehan da tevdîr bên girtin: Komîsyonên baroyan destnîşan kirine ku girtîgeh him ji hedê xwe zêdetir tijî bûne him jî paqijîya girtîgehan gelek xerab in. Metirsiyariya belavbûna vê vayrosê bo girtîgehan li ser me çêbûye ji ber wê em dixwazin demildest him tevdîr bên girtin pê ra jî divê bo hemû girtiyan test bên kirin. Di serî da divê em diyar bikin ku di girtîgehan da 3100 zarok hene ji van 780 jê bi diya xwe ra dimînin; divê ewilî evna bên berdan paşê jî yên kal û pîr, jin ên ducanî û girtiyên siyasî bi şerta carek din bên û cezayê xwe bidin bên tahliye kirin.
Ewlehiya kes ên koçber û bêmal: Divê demildest tevdîrine baş bên girtin ji bo ciyê koçber lê dimînin. Ji bo ku li berkevin divê bi zimanê wan agahî bo wan bên ragihandin û bo koçberên ku li ser sînoran mane jî bilez tevdîr bên girtin. Bo kes ên ku bê mal in jî divê mal bên tarxan kirin û bêpere test li wan bên kirin.
Ewlehiya ajalên li der: Em dixwazin bo ajalên ku li der va dimînin, selentû ne tevdîr bên girtin herweha divê xelk pê bê haydar kirin ku ev nexweşî ji ajaleyan derbasî mirovan nabe.
Di van rojên zor da em ê bê hêvî nebin; em girseya xwe ya qadan bi bîr tînin! Heman girse niha di malan da, di avahiyên kar da, di nexweşxaneyan û hwd. da bi tena serê xwe ne û dixebitin em dizanin, ji hêleke din va em dizanin ku ewna bo têkoşîna parastina nirxên me yên hevbeş bilind bikin, li ber xwe didin.
Em li dijî tundîtûjiyê, jinan diparêzin û herî pir jî wexta ku ew tenê dimînin hewl didin ku wan biparêzin. Em bangî hemû jinan dikin li dengên cîranên xwe vegerin û li wan xwedî derkevin herweha ligel haj ji tenduristiya xwe, bi jinên din ra jî hev bigirin. Em ê jî ligel hemû rêyên medyayên civakî bi we ra bin û em ê vê xetê xurttir bikin. Em ne dev ji xwastekên xwe ne ji mafên xwe û ne jî ji jiyana xwe berdidin. Em ji jinan û ji têkoşîna jinan piştrast in. Em pirr ji we hez dikin!
Tora Parastinê Ya Jinan
Yorumlar